Nûçeyên tevgerê

Şandeyek ji Tevgera Avakirina Demoqratî Kurdistanî di komcivîna rêxistina derve ya PSK de beşdar dibe

Şandeyek ji Tevgera Avakirina Demoqratî Kurdistanî di komcivîna rêxistina derve ya PSK de beşdar dibe

Almanya, Wuppertal:

Li ser vexwendineke teybet ji layê rêxistina derve ya Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK), şandeyek ji Tevgera Avakirina Demoqratî Kurdistanî – Sûrya di komcivîna rêxistina derveyî welêt ya PSK de beşdar bû.

Komcivîna ku roja duhî şemmîyê (20.01.2024) li bajarê Wuppertal li Almanya li dar ket, gelek nûnerên partîyan û kesayetîyên kurd jî tê de beşdar bûn.

Şandeya Tevgera Avakirina Demoqratî bi seroketîya heval Abdullah Îmam (endamê komîteya serkirde) û endamtîya herdu hevalan Ahmed Şahîn û Kawa Cumaa (endamên Encumena orteya Almanya) pêk hat.

Li jêr deqê gotina ku heval Abdullah Îmam bi navê Tevgerê di vê komcivînê de pêşkêş kiribû:

Birêzan, serkirdayetîya rêxistina derveyî Welêt ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK),

xwîşk û birayên hêja û birêz,

bi navê Tevgera Avakirina Demoqratî Kurdistanî – Sûrya ez supasîya we dikim, li ser vexwendina we ji me re ji bo vê komcivînê û zor xweşhal im bi beşdarbûnê.

Helbet logoya ku we ji vê komcivînê re danîye (Her tişt ji bo Kurdistanek Azad!) xewna her kurdekî ye, û dimîne armanca herî bilind heya ku di rojekê de – hêvî dikim ne dûr be – bibe rastî.

Lê niha rewşa ku gelê me tê de dijî, li ser milê her kurdekî erkekî sereke dike bar, ew jî bersiva pirsa sereke ye: çawa em di vê qonaxa dijwar de bi kêmtirîn zîyan û zêdetirîn qezenc gemîya kurd bigihînine beravê.

Weku em zanin, rojhilata navîn hîroj di rewşeke sîyasîye dijwar re derbas dibe, û gelek hêzên navdewletî, û bi taybetî dewletên xwedî mezintirîn hêz, û herweha dewletên herêmî jî, piştî ku ji dûr de desttêwerdan dikirin, niha bi hêz û kontrola xwe ya dîrekt di vê deverê de rikberîya hevdu dikine. Diyar e ku piştî zêdetirî sed salî ji şerê cîhanî yê yekem hîroj bûyer bi rengekî nû xwe vedigerînin û bihevxistineke nû bi xwe re dihînin.

Ê me jî, wek tevgera sîyasî ya kurdî, ji me dihe xweztin ku em di asta vê qonaxê de bin û berjewendîya gelê xwe bidine ser û pêş her berjewendîyeke dî. Loma jihevnêzbûn û lihevkirin û rêkevtin divên navnîşanên xebata vê tevgerê bin di her parçeyekî Kurdistanê de, her weha hevrêzî û hevahengî di navbênê hemî hêzên siyasî yên bi vê logoya we bawer in di hemî parçeyên Kurdistanê de.

Careke dî ez we supas dikim û hêvîya serkevtinê ji we re dikim.

Bijî xebata gelê Kurd

Hun her bijîn

Li gel rêz û silavan

Related Articles

Back to top button