Daxûyanî û zelalkirinNûçeyên tevgerê

Daxuyaniyek ji bo Raya Giştî

Daxuyaniyek ji bo Raya Giştî

Kûrîya qeyrana bingehîn a ku tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê tê re derbas dibe nahe veşartin, li gel encam û şêwazên bêserûber û wêranker, di nava nebûna sîmayên çi projeyeke siyasî ya riyalîst de, ku kanibe dawîyê li belavbûna wê bîne û her kesekî dahîne ber nîşankerên siyasî yên objektîv ku li gel armanc û hêvîyên pak û pîroz bigunce, nîzîkî berjewendîyên hemî hêzên bi bandor be, bigihe asta êş û daxwazên kolana Kurdî, bibe hokara himbêzkirina xwedîyên berjewediya rasteqîn di her projeyeke rijd de, ku bawerîya kolanê vegerîne û hêvîyê bide giyanên bi şikestinan barkirî, li gel bawerîya me ya tam ku partî ne armanc e. Partî bi navên xwe yên cûrbecûr, tenê amûrên têkoşînê ne ku bi form û bingeh û armancên xwe têne guhertin.

Li ber vê tabloya ku roj bi roj tarî û tevlîhev dibe, pêwîst bû em ber damezrandina laşekî siyasî yê nû de bilivin, ku kanibe hemî pêkhateyên siyasî û bîrewerî û çandî yên gelê me vehewîne û bibe altirnatîva siyasî ya ku bi araste û gotar û bingeh û mîkanîzmeyên xwe yên xebatê ji tevgera heyî cuda be, bi rêya çalakirina şiyanên veşartî yên di nav van pêkhateyan de, ji bo afirandina ramanan û darêjtina nerînên ku tevgera siyasî ya Kurd ji rewşeke sistbûnê ber bi rewşeke çalak de veguhêze, li ser bingeha redkirina tundî û terorîzmê û xwedîderketina li diyaloga aram û têkoşîna siyasî ya aştiyane, wek rêyekê ji bo bidestxistina armancên hevbeş, baweriya bi mafên mirov, mafê gelan yê çarenûsînê û sûdwergirtina ji mîrata têkoşînê ya azadîxwaz bi giştî û bi taybetî ya kurdî li beşên cûrbicûr ên Kurdistanê, li gorî rastî û taybetmendîya gelê kurd di nav sînorên rêvebirî û siyasî yên Sûriyê de, û dîtina doza kurdî li Sûriyê wek pirseke niştimanî ya Sûriyê ji bo hemû welatparêzên ku bi hemahengî û pêkvejiyana azad bawer in, û xebat ji bo bidestxistina mafên netewî û demokrat ji bo gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeke federal ya nû de, bi sîstemeke demokrat ku bi heman dûrbûnê ji hemû pêkhateyên niştimanî û olî û mezhebî yên civaka Sûriyê disekine, û têkiliyên xwe li ser astên cûrbicûr ên niştimanî, netewî, herêmî û navnetewî li gorî bingehên rêzgirtina hevdu, biryardana serbixwe û berjewendiyên hevpar ava dike, û nasnameya niştimanî ya dewleta Sûriyê wekî kurteya tevahiya nasnameyên pêkhateyên gelê Sûriyê dihesibîne, nefret û nijadperestî û mezhebparêziya nefret red dike, û hewl dide hezkirin û nirxên jiyana hevbeş di nav gelê Sûriyê de belav bike, û di wê baweriyê de ye ku gelên herêma me pêwîstiya wan bi xebata ji bo aşitîyê heye, geşbûna aborî û jinavbirina hejariyê û avakirina bingehên nû yên cihêreng ji bo dabînkirina jiyaneke bi rûmet û weberhênana çavkaniyên heyî, bi rêya hevkarî û rêveberiyên hişmend, li gel azadkirina olan ji pençeyên siyasetmedaran û herwiha derxistina siyasetê ji himbêza fetweyên oldaran, û cudakirina tam di navbera olan û dezgehên siyasî de,

û bawer be ku federaliya cografî çareseriya herî guncaw e ji bo siberoja dewleta Sûriyê, piştî nûxêzkirina sînorên rêvebirî yên parêzgehan, û di wê baweriyê de be ku qeyrana Sûriyê di koka xwe de siyasî ye û çareserîya wê divê bi rêya proseyeke siyasî ya Sûrî-Sûrî be, di bin çavdêrîyeke navnetewî de, û guhertina demografî li ser tevaya axa Sûriyê red bike û cîbicîkirina biryarên navnetewî yên peywendîdar, bi taybet biryara 2254 ya sala 2015an, nexşerêyeke rasteqîne ya dawîanîna pirsgirêkê bibîne, gotareke nermerê û riyalîst dûrî tundrewiyê bipejirîne, û hewl dide ku rûbera hevbeşîyên niştimanî bi hevkarên Sûriyê û pêkhateyên cûrbicûr re berfireh bike, û cudahî û cihêrengiya ku heye wek dewlemendî bibîne, neyeksanîyên cihêreng rêk bixe û derfetê bide wan ku xwe wek faktoreke çalak û avaker nîşan bidin, ji ber ku azadî di bingeha xwe de berhema danûstandina azad a di navbera neyeksanan de di keşûhewayên demokrasîyê de. Ango alternatîv hewl dide yekdestdariya hêz û desthilat û samanê bi dawî bîne, û naxwaze Sûriyê bike hêlîna gefxwarina li welatên cîran, û hewl dide ku bi hemî welatan re peywendîyan saz bike û diyalogê bişopîne û serî li sazîyên navneteweyî yên şareza bide, wek rêya tekane ya çareserkirina nakokiyan.

Di vê derbarê de, divê em nîşan bi wê yekê bidin ku tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê, ji dema damezrandina wê di nîvê duyem ê salên pêncî yên sedsala borî de û heta niha, rastî gelek dijwariyan hatiye, û di qonaxên zehmet re derbas bûye, wek berdewamiîya rêjîmên şovenîst di binçavkirin û zîndanîkirina kadroyên wê de ji bilî sepandina gelek yasa û biryarname û pirojeyên awarte yên wek kembera nijadperest a erebî, û serjimêrîya awarte, ku hemû armanca wan jinavbirina nasnameya gelê kurd, û endezyarîya demografîk ya herêmên kurdan bû, li gorî arasteyên şovenîstî. Ev yek bû sedem ku pêşketina vê tevgerê ta radeyeke mezin raweste.

Û tevî hebûna şert û mercên objektîv di hin qonaxên din de, ku bûne sedema gihîştina hin daxwazên ku partî ji bo wan hatiye damezrandin, fakterên xwecihî û perçebûna tevgerê û nebûna nerînên objektîv û serdestîya karê tekane li ser hesabê karê dezgayetî û nebûna demokrasiyê, hemûyan roleke biryarbir di lawazbûna wê, kêmbûna performansa wê, windakirina biryara wê û derketina wê ji qada kiryar û bandorê de, lîstin.

Bûyer û guhertinên sereke yên ku qada Sûriyê tê re derbas bû, bi taybetî di van bîst salên dawîn de, asta performansa sist a tevgerê, û mayîna wê li dûrî bûyer û guhertinan, têkçûna wê di serkirdayetiya meydana siyasî ya kurdî de, û girêdana bi partiyên kurdistanî yên ne sûrî û danîna acindeyên wan li pêş berjewendîya gelê Kurd li Sûriyê, aşkere kir.

Serhildana 12ê Adara 2004an, ku li Qamişlo dest pê kir û li hemû herêmên kurdî belav bû, ji bilî cihên hebûna kurdan li bajarên mezin, û herwiha bûyerên serhildana gelêrî ya Sûriyê ku di nîvê adara 2011ê de dest pê kir, bûn ezmûneke rasteqîn ji bo tevgerê, bi partî û şepêlên xwe yên cûrbecûr, ku di danûstandina bi herdu bûyeran re têk çû, ji ber nebûna dîtineke siyasî ya objektîv, li gel ku danûstandina tevgera partîtî bi van geşedanan re ne wekhev bû, lê di encamê de ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî di 26ê Cotmeha sala 2011an de, her kes vehewand, di nav de jî hevrêziyên ciwanan û tevgera wan a aştiyane ya geş ku lbi dirêjahîya niştimanî jî hemaheng bû. Encûmen di destpêkê de platformeke berfireh bû û hewldanek bû ji bo nûnertîya gelê kurd di warê siyasî de. Lê bi derbasbûna demê re, nikanibû ji çerxa têkçûn û şikestinê derkeve, ji ber nexwendina rast ji tabloya siyasî re di derbarê siberoja Sûriyê de, têkçûna wê di rûbirûbûna erkên qonaxê de, windakirina serxwebûna biryarê, û spartina meydanê bo projeyên dûr ji berjewendiya gelê me. Vê yekê hîşt ku qonaxeke nû dest pê bike, ku yek ji encamên wê ew bû veguhstina navçeyên Kurdistana Sûriyê bo jîngeheke ku rûniştvanên wê yên resen ên kurd, derbixe.

Hêjayî bîrxistinê ye ku tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê di gelek ezmûnên yekgirtinê re derbas bû. Ji konfiransa niştimanî ya ku li Newberdan li Kurdistana Îraqê di sala 1970an de hate lidarxistin ve, û piştre di salên nodî yên sedsala borî de, di navbera komek partiyên kurdî de. Herwiha ezmûna Azadî ya di navbera Partiya Hevgirtina Gel û Partiyên Çep de di sala 2005an de û ezmûnên din, di nav de jî ya herî girîng, ezmûna yekîtiya tevlêbûnê ya partiyên Yekîtîya Siyasî, ku Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê di sala 2014an de ji wan derket. Tevî ku ew serbor di qonaxên cuda yên demê de bûn û şepêlên siyasî yên cuda li hev kom kirin, tiştê hevbeş di navbera van hemû ezmûnan de têkçûn bû. Ew negihîştine armancên xwe, ji ber ku aliyên van ezmûnan bi giranî rastî qeyranên navxweyî bûn, her çend bi pileyên cuda jî, û ji ber vê yekê ew di beşekî xwe de, wek reva ber bi pêş de, û reva ji rûbirûbûna erkan bûn.

Ji bo vê yekê, û ji bo rastkirina şaşiyia heyî û berdewamkirina erkên vê qonaxê, vîyana me kom dibe ku em ber bi avakirin û ragihandina laşekî siyasî-rêxistinî yê ciyawaz, li gorî şiyan û derfetên berdest biçin, ji bo rawestandina têkçûnê, dagirtina valahiya heyî, bidestxistina nûneratiya siyasî ya temam, vegerandina rêzê ji bo gelê kurd û doza wî ya niştimanî li Sûriyê, karkirina ji bo temamkirina şert û mercên avakirina kesayetiyeke kurdî ya sûrî ya serbixwe û komkirina şiyanên rêxistinî û taqetên gelêrî yên berfireh ji layên cuda cuda, ji bo avakirina hilgirekî bihêz ji bo projeya çaverêkirî.

Loma, alternatîva têkoşînê ya ku em li ser dixebitin, wê ne tenê bi hevalên partiyek taybet an jî bizaveke rewşenbîrî sînordar be. Belê wê komkar be û wê meydan ji hemû taqetên veşartî re vekirî be ji bo piştgirî û alîkariya vê altirnatîvê da ku bibe hêzeke siyasî û rêxistinî ya ku li gorî qonaxa niha bimeşe û erkên xwe li gorî pêşbînîyên rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybetî bi cih dike.

Û ji ber baweriya me bi mafê mirov yê rêxistinî û derbirîna aştiyane, û ji ber ku deverên erdnîgariya Kurdistana Sûriyê hene ku hema ji nûneratiya siyasî ya dadmend di tevgera niha de bêpar mane, ji nav armancên altirnatîva ku em radigihînin, ew e ku rewabûna di nûneratiyê de dabîn bike, û vê beşdariyê bi awayekî dadmend û hevseng misoger bike.

Loma, em destpêkirina vê rêveçûnê radigihînin, bang li hemû kesên bi xîret dikin ku tevlî wê bibin, bi awayekî ciddî û çalak beşdarî çalakiyên cûrbecûr bibin da ku dîtin û ramanan pêşkêş bikin da ku bigihîjin formula herî riyalîst û di konfiransa giştî de erê bikin, û bernameyeke siyasî û sîstemeke navxweyî bipejirîne, li ser bingeha pirensîpa nenavendîbûnê di kar û rêvebirinê de û hilbijartina serkirdayetiya nû, bi riya konferansên xwecihî ji bo her cih û navçeyekê li gorî pîvan û mîkanîzmên demokrat û dadmend ên ku tu herêmekê yan jî rewşeke rêxistinî li derve nehêle.

Helwesta me li hember her rûdan, bûyer û rewşekê li ser bingeheke serekeye, ew jî berjewendîya herî bilind a gelê me li Kurdistana Sûriyê ye, û ew berjewendî rêbera her tevger, helwest, têkilî û hevbendiyekê ye, û em wê wek bingehek ji bo avakirina pêwendî û hevbendiyên xwe bi hêz û aliyên din re bikar tînin, bêyî ku xwe bispêrin aliyekî din, li gel berçavgirtina hêmanên avakirina pêwendî û rêkeftin û lihevhatinên ku berjewendîyên hemî alîyên wê misoger dikin. Ji ber vê yekê, em li gorî xwezaya qonaxa siyasî û rewş û pêşhatên rewşa navdewletîî û herêmî û asoyên siberojê, siyaseta xwe dirêzin, tektîkên xwe datînin û bernameyên xwe bi awayekî ku bikarin pêk bihînin, amade dikin.

Dê rewşa xelkê me yê li hindir welêt ji pêşîneyên me yên herî girîng be, ji ber ku dê çalakî di her astê de werin kirin ji bo dîtina rêyên pêkan yên kêmkirina êşên xelkê yên şert û mercên dijwar ên aborî û jiyanê wan encam didin. Em dê her wiha hewl bidin ku hevkariyê bi aliyên navdewletî û herêmî û xwecihî re bikin ji bo rûbirûbûna diyardeya awarebûn û koçberîyê, û em ê hewl bidin ku atmosfereke guncaw ji bo vegera penaberan bo malên xwe dabîn bikin.

Rewşa navdewletî her û her tevlîhevtir û aloztir dibe, ji ber nakokiyên tund di navbera welatên biryarder de, li gel lihevketina pirojeyên siyasî û berjewendîyên girîng yên wan welatan, û hewlên wan ji bo serdestîya li navçeyên zengîn bi çavkaniyên enerjî û dahatên bingehîn, û herwiha kontrolkirina cihên jeo-siyasî li cîhanê. Tevî baweriya me ku ev araste ne tenê rûbirûbûnê li ser hesabê aramî û têgihîştina hevdu gur dikin, lê her wiha qeyranan dirêj dikin, xelekên wan berfireh dikin, û girjî û aloziyê didin pêş çareseriyên rastîn.

Û piştî derbasbûna zêdetir ji sêzdeh salan di ser qeyrana Sûrî re, îradeya çareseriyeke siyasî ya rasteqîn nemaye û nediyar e, û şerê Rûsiya û Ukraynayê rewş xerabtir kir, û dîmen, ji ber tevlêbûna di navbera doseyên sûrî û ukrayinî de aloztir dibe. Ev yek jî aloziyê li ser asta navdewletî digihîne radeyên metirsîdar, ku huşdariya berfirehkirina xeleka şer û berdewamkirina nakokiyan didin, eger çareseriyên rasteqîne ji bo hemî doseyan neyên danîn, û bi taybetî doseya sûrî. Qeyrana sûrî hîn berdewam e, û destpêşxerî bi temamî ji destên Sûriyan derketiye, û helwesta navdewletî hîn di navbera rewabûna opozisyonê û tirsa ji modela wê ya altirnatîv di heman demê de, û di navbera xerabiya rêjîmê û pêwîstiya bi wê di dema niha de, diçe û tê. Lewra birêvebirina qeyranê li beramber îradeya çareseriyê serdest e, tevî ku civaka navdewletî meydana sûrî tenê weke beşek ji meydana pêşbirk û nakokî û bazaran dibîne û ne pêkan e ku çareseriyeke rasteqîn ji pirsgirêkekê re were dîtin bê ku bandorê li pirsgirêkên din bike. Û ji ber ku Sûriye îro li ser çend herêmên bandorê hatiye dabeşkirin, û her yek ji wan xwedî rêveberî, milîs, bernameya xwe ya xwendinê û perwerdekirinê, gumrik û sîstema bacê …hwd, ji opozisyona sûrî ya ku di nav qeyraneke bingehîn û pratîkî û nebûna nerînê de maye, tê xwestin ku pêdaçûneke berfireh bike û rewşa xwe ji nû ve birêkûpêk bike, da bibe modêleke demokrat ku civaka navdewletî ji aliyekî ve û Sûriyê bi hemî pêkhateyên wê ji aliyekî din ve, razî bike. Ew jî bi rêya dariştina projeyeke niştimanî ya sûrî ya guhertinê ya komkar û berfereh, dûrî arasteyên şovînî û tundrewiyê, û paldana ser bingehên serekî ji bo têgihîştina rastî û daneyên girêdayî siberoja dewleta Sûriyê, forma wê û xwerista rêjîma wê ya desthilatdarîyê, û rola hêzên niştimanî û demokrat û têgihiştina wan a ciddî ji rewşa cihêreng a sûrî re.

Li vir em dibînin ku ne pêkan e sûrî di rewşa xwe ya niha de çareseriyekê ji pirsgirêka Sûriyê re bibînin û altirnatîvekî darêjin ku kanibe rûpela zordariyê bipêçe û ber bi altirnatîvekî demokrat ve biçe ku çareserîyekê ji bo hemî dozên niştimanî misoger bike. Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku parastina navnetewî di dema niha de, sîwana herî ewle ye ji bo rizgarkirina jiyana kesên ku li hindirê welêt mane, ew dergehê rasteqîn e ji bo cîbicîkirina biryarên navnetewî û danîna hêmanên bingehîn ji bo veguhstineke siyasî ya rastîn.

Sebaret bi herêmên Kurdistana Sûriyê jî, tevî dabeşbûna wan di navbera herêmên bin bandora hevpeymaniya navdewletî û Tirkiyê û rêjîmê de, parastina navnetewî ji wan re û derketina hemû endamên biyanî û milîsên berdayî, ew garantiya herî guncaw e da ku rûniştvan hest bi ewlehiyê bikin û rê li ber guhertina demografî ya heyî were girtin û derfetê ji rûniştvanên resen re were dabînkirin ku desthilatdariyeke dadmend damezrînin da ku ji wan re xizmetên îdarî, ewlehî û yên jiyana rojana peyda bike heya ku şert û merc ji bo çareseriyeke berfireh a ku tevahiya welat ji desthilatdarên zordar û milîsên serdest li herêmên cûrbecûr rizgar bike û rê li ber dewleteke federal bi sîstemeke demokrat veke, ku welatîbûna wekhev ji hemîyan re misoger bike, rûmeta mirov û mafên wî biparêze û çareseriyeke dadmend ji doza kurd re misoger dike.

Di derbarê helwesta ji bizava siyasî ya parçeyên din ên Kurdistanê de, em li hêviya avakirina peywendiyên wekhev in bi wan re ji bo garantîkirin û parastina taybetmendiya her parçeyekî. Em herwiha li gel daxwaz û mafên birayên xwe yên beşên din ên Kurdistanê ne, û em piştgirîya hemî hewlan dikin ji bo dîtina çareseriyên sîyasî yên rast ji dozên wan yên dadmend re, bi riya diyaloga siyasî ya aştiyane di navbera wan û hevkarên wan de ji pêkhateyên gelên wan welatan, li ser bingeha lihevkirin, hevbeşî, û jiyaneke azad û dûr ji tundûtûjî û terorîzmê, û bi şêweyekî ku li gor wan be.

Herwiha em pesna ezmûna Herêma Kurdistana Îraqê didin ku ev sî sal e bûye navendeke siyasî ya girîng, çi li ser asta niştimanî ya Îraqî û çi li ser asta herêmî, li ser bingeha xwepêşxistin û vejandina wê serbora sozdar û viyana veguhestina bo nimûneyeke serkêş, tevî hin dosyeyên navxweyî û dijweriyên girêdayî peywendiya bi hikûmeta navendî re û her wiha dijweriyên herêmî.

27 ê Tebaxê 2023

Desteya Serkirdayetiya Demkî ya

Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî – Sûrya

Related Articles

Back to top button