Zimanê Kurdî: Doza Hebûn û Nasnameyê

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî û salvegera hejmara yekem a kovara bi zimanê Kurdî “Hawar” di 15ê Gulana 1932an de, Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê pîrozbahiyên xwe yên germ li gelê me yê Kurd li Sûriyê, li Kurdên li seranserê Kurdistanê û cîhanê, û li hemû nivîskar, rewşenbîr û parêzvanên zimanê Kurdî wek nasnameyeke zindî û çarçoveyeke çandî û şaristanî ya rastîn ji bo gelekî ku bi hezaran salan li ser axa xwe ya dîrokî jiyaye, dike.
Kovara “Hawar” di vejîn û pêşxistina zimanê Kurdî de qonaxeke dîrokî nîşan da, û peyameke berxwedana çandî li dijî siyasetên înkar û dûrxistinê yên ku bi dehsalan e gelê Kurd armanc digirin, nemaze li Sûriyê, ku zimanê Kurdî ji perwerde û karanîna fermî hatiye qedexekirin, û di bin siha rejîmên li pey hev de rastî hewldanên jêbirin û marjînalîzekirinê hatiye.
Ji ber ku piştî hilweşîna rejîma “Baasê” sûrî dikevin qonaxeke nû, em tekez dikin ku berdewamiya karkirina bi zimanê Kurdî re wekî “zimanek neteweyî” di bin Fermana Hejmar 13 de, û ne wekî zimanek fermî li welêt, nîşan dide ku heman fikir u raman Kurdan wekî komeke kêm netew ya marjînalîzekirî dibîne, ne wekî gelekî resen ku bi hezaran salan li ser axa xwe ya dîrokî dijî.
Zimanê Kurdî ne pirsgirêkek çandî ya duyemîn e; berevajî vê, ew çarçoveyeke şaristanî û dîrokî ya kûr e li vê herêmê. Ti pirojeyeke neteweyiye rasteqîn demokratîk li Sûriyê nikane statuya wê û mafên rewa yên xwediyên wê paşguh bike.
Bi vê boneyê, Tevgera Azadî beşdarbûn û piştgiriya xwe ji bo hemî çalakî û karên ku ji bo bîranîna Roja Zimanê Kurdî, him di hindur û him jî li derveyî welêt têne lidarxistin, piştrast dike. Ew bang li hevalên xwe û cemawerê gelê me yê Kurd dike ku bi awayekî çalak beşdarî wan bibin, pabendbûna xwe ya bi zimanê me yê neteweyî re piştrast bikin û maf û statuya wê biparêzin.
Tevgera Azadî pabendbûna xwe ya bi têkoşîna aştiyane û demokratîk ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê, tevî mafê wan ê tevahî yê naskirina destûrî ya zimanê wan ê neteweyî wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî, û garantîkirina mafê wan ê perwerde, çand, medya û rêveberiyê li wir, ji nû ve piştrast dike, û vê yekê wekî mafekî xwezayî ji bo gelekî resen û hevkarekî dîrokî di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de dibîne.
Rûmet ji zimanê Kurdî re… û azadî û rûmet ji gelê me yê Kurd re.
15ê Gulana 2026an
Komîteya Cîbicîkar a Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyeyê



