Daxûyanî û zelalkirinNûçeyên tevgerê

DAXUYANÎYA DAWÎ ya Kongreya Giştî ya Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê

Tevgera Azadî ya Kurdistaî li Sûriyê di 07. Sibata 2025ê de, bi amadebûn û beşdariya nûnerên bazne û encûmenên rêxistinî yên Tevgerê ji navçeyên curbicur ên Kurdistana Sûriyê û herwiha ji Herêma Kurdistana Iraqê, Tirkiye, Lubnan û welatên cuda yên Ewropayê, kongireya xwe ya giştî ya sêzdem li bajarê Kobaniyê, di bin duruşmên jêrîn de lidarxist:

-Avakirina dewleteke federal, piralî, demokratîk.

-Danpêdana destûrî bi nasnameya neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyê.

-Redkirina qiseya nefretê û parastina aştiya sivîl.

-Bidestxistina lêvegereke neteweyî kurdî berfireh, a ku nûnertiya tevahiya erdnîgariya Kurdistana Sûriyê dike.

-Rawestandina şer li tevahiya rûbera Sûriyê, tevî êrîşên ku deverên me armanc dikin.

Rûniştina destpêkirinê bi amadebûna hejmareke mezin ji aliyên siyasî, civakî û medyayî, bi beşdariya nûnerên gellek partiyên kurdî û kesayetiyên civaka lokal û kesayetîne ji bijarteyên deverê lidarket, û bi xulekek bêdengî ji bo canên pak ên ku xwe ji bo azadîyê feda kirine, û bi sirûda netewî “ey reqîb” destpêkir, paşê gellekan ji wan gotarên binirx pêşkêşkirin, ên ku pêşwazî li lidarxistina Kongireyê kir, ku li ser xaka welêt û li bajarê Kobanîyê lidarket, bi watedana simbolîyê ne tenê li ser asta niştimanî lê li ser asta cîhanî jî wek keliha li ser sûrên wê berî deh salan hovtirîn rêxistina terorîst di ruhê cîhanê de têkçû. Herweha gotaran pesna rola ku Tevger li ser herdu astên neteweyî û niştimanî dilîze kir, li gel tekezkirina li ser erkên li pêş wê, û di destpêkê de karê ji bo yekkirina şemla kurdî û pêçana li dor lêvegereke ku nûnertîya kurdan bike û nasname û mafên wan wek pêkheteyek nîştimanî bingehîn di qûnaxa veguhêz de ya ku Sûrya dibîne, biparêze. Berî wê jî gotara serokê Tevgerê bû, a ku bixêrhatina mêhvan û nûneran kir, û tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina rêza kurdî û yekkirina helwesta xwe di rûbirûbûna astengiyên heyî de û xweamadekirina ji hegerên curbicur re, ên dibe ku li qada herêmî bi giştî û qada Sûriyê bi taybetî biqewimin, kir.

Piştî bidawîhatina merasîma destpêkirinê, mêvanên birêz hatin malavakirin û endamên Kongreya Giştî karên mayî yên ajindeya wê ji nû ve domandin, û komîteyek ji bo birêvebirina Kongreyê hate hilbijartin, paşê amadebûna nûnerên hemî bazneyan û temambûna rêjeya yasayî hate piştrasrkirin. Û piştî gotareke kurt ji aliyê serokê tevgerê ve, encamên kongreyên bazneyan û hilbijartinên tê de bûn ku Encumena Navendî ya Tevgerê wek encam hat sazkirin, hatin pesendkirin, piştre herdu belgenameyên peyrewa navxwe û bernameya siyasî, yên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatibûn pêşniyarkirin, hatin gotûbêjkirin û pesendkirin, herweha biryar hat dayin ku navê tevgerê ji “Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî – Sûrya” bo “Tevgera Azadîya Kurdistanî li Sûryê” were guhertin, wek dirêjahiya xebata ku Partîya Azadî ya kurdî li Sûryê kiribû.

Di biwarê siyasî de, Kongireya Giştî gellek mijarên girîng ên ku ji bo gelê Kurd li Sûriyê û ji bo herêmê bi giştî girîng in gotûbêjkirin, û bal kişand ser girîngîya xurtkirina yekîtîya niştimanî û hevkarîya di navbera hemû pêkhateyên civaka sûrî de ji bo bidestxistina aştî û aramiyê. Kongireya Giştî li ser bûyerên ku herêm tê re derbasdibe û veguheztinên bingehîn ên ku Sûrya dibîne sekinî, ku rûxîna rêjîma Beis û dîktatoriya Esed xaleke ronîdar bû di dîroka Sûriyê de, ya ku dehsalên dirêj ji zilm û stemkariyê dît, ku ti kes û komên sûrî jê bêziyan nemane, ne jî welatên cîran li herêmê ji metirsî û destwerdanên wê yên wêranker bêziyan mane. Loma rûxîna wê ji bo hemû sûrÎyan û ji bo welatên herêmê û cîhanê bi giştî bû jêdereke hêvîyê, ji ber girîngiya cîgehê Sûryê yê jeopolîtîk ê herêmî û navdewletî, hewlên niştimanî ligel hewlên herêmî û navdewletî hevdem bûn ji bo derbaskirina Sûriyê bo qonaxeke nû li ser bingeha aştîya navxweyî û pêdawîstîyên wê yên ku Sûryê vediguhêze dewletek federal, piralî û demokratîk, ku ewlekarîya hevwelatîyên xwe û mafên merivî diparêze, û herweha ewlekarîya herêmî bi berjewendîyên wê yên têkel ku sûrî nikanin paşguh bikin an xwe di ser re biavêjin. Kongreyê cextî li ser karkirina ji bo xurtkirina peywendîyan bi hêzên sûrî yên demokratîk re û avakirina hevkariyeke rasteqîn bi wan re kir, ji bo misogerkirina çareseriyeke siyasî ya dadmend û berfireh ji kirîza sûrî re, ku daxwazên hemû sûrîyan pêkbihîne, destwerdanên leşkerî yên herêmî di karûbarên Sûriyê de red bike, rêzê li serwerîya Sûryê bigire, û garantîya mafên hemû pêkhateyan bike, li gorî destûrekî ku sûrî çêdikin û rêkevtina niştimanî ya ku mafên hemûyan misogerdike, bêyî ciyawazî û bêyî guhdana ciyawaziyên neteweyî, zimanî, îsnî, ayînî, mezhebî, an taîfî, û herweha cudakirina ayînê ji dewletê û cudakirina desthelatan û wekhevîya di navbera herdu regezan de û garantîya komelayetî.

Kongreya giştî bi taybetî karûbarê neteweyî kurdî li Sûriyê gotûbêj kir, tekezî li ser prensîpên bingehîn ên Tevgerê û pabendbûna wê bi xebata aştiyane û demokratîk ji bo bidestxistina mafên rewa yên neteweyî yên gelê kurd li Sûriyê, di çarçoveya dewleteke demokratîk û piralî de ku rêzê li mafên hemû pêkhateyên xwe digire, kir, û tekezî li ser giringiya diyalog û hevkariya bi hemû aliyan re ji bo bidestxistina paşerojek baştir ji gelê kurd û hemû sûrîyan re kir, û banga sixkirina hewldanên ji bo yekkirina rêza kurdî û xurtkirina hevahengiyê di navbera hêzên siyasî yên kurdî de li ser bingehên hevbeş, dûr ji berjewendiyên teng û rakêşanên herêmî, kir, û wesîyetnameya pêwîstiya xurtkirina hewlên li ser asta navdewletî ji bo ravekirina êş û azarên gelê kurd li Sûriyê, û bidestxistina piştevaniya zêdetir ji bo doza wî ya dadmend, û şopandina dosyaya girtiyan û windayan û karkirina bi rêxistinên navdewletî re ji bo eşkerekirina çarenûsa wan û riswakirina binpêkirinên di derheqên wan de kir.

Kongreyê rola girîng a serok Mesûd Barzanî di nêzîkkirina nêrînan û yekkirina rêza kurdî de bilind nirxand, herwiha rola girîng a Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk birêz Mezlûm Ebdî di vî warî de bilind nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina van hewlan û bersivdana hemû aliyên pêwendîdar ji wan re kir, ji bo bidestxistina lêvegereke kurdî ku bibe jêdera destxistina nûneratiya siyasî ya kurdî û biryara siyasî ya kurdî sûrî serbixwe, dûrî jêrdestî û sepandinên kîjan alî dibe.

Beşdaran êrîşên li ser deverên me, bi taybetî li ser eniya Qere Qozaqê û bendava Tişrîn ya jiyanî ku di bin gefa hilweşînê û metirsîyên felaket ên ku dibe li ser asta merivî werin encamdan şermezar kir, û piştgiriya xwe ji bo parêzvanên van deveran anî ziman û tekezî li ser pêwîstiya parastina deverê ji her cure êrîşan kir, û herwiha pêwîst e hêzên çekdar ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Grêspî derkevin da ku koçberên wan vegerin cîwarên xwe û rewşa trajîk li wan deveran bi dawî bibe, sebaret bi tawan û binpêkirinên mafên merivî ji aliyê wan grûpan ve.

Di dawîya karên xwe de, kongreyê spasiyên zor pêşkêşî partî, kesayetî û hemû mêvanan dike, ku bersiva vexwendina me ji bo beşdarbûna rûniştina destpêkirina wê dan, nemaze wan gotarên ku naveroka wê dewlemendtir kir û bûn handerek ji bo serkeftina wê, herwiha spasiya rêveberiya deverê û karmendên wê yên asayîşê dike ku parastina cihê kongreyê û ewlehiya amadebûyan kir.

Herwiha Kongre ji nû de soza xwe ya berdewamkirina xebatê dide, heya bidestxistina azadî û dadmendiyê ji bo gelê me, û bang li hemû endam û alîgirên xwe dike ku rêzan xurtbikin û mil bi mil di ruhê pirsgirêkên heyî de bisekinin, di xizmeta doza kurdî û Sûriyeke azad û demokratîk de.

Şikomendî û nemirî ji bo şehîdên azadîyê
Û serkeftin ji bo doza me ya dadmend

Kobanî, 9. Sibata 2025

Encûmena Navendî ya
Tevgera Azadîya Kurdistanî li Sûriyê

Related Articles

Back to top button