Daxûyanî û zelalkirinNûçeyên tevgerê

Peyama Pîrozbahiyê

Ji xwişk û birayên di Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê de «HEVBENDλ, Silavên biratî,

Bi boneya damezrandina Hevbendiya we ya «HEVBENDλ «em li ser navê Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê, germtirîn pîrozbahî û dilsoztirîn hêviyên xwe pêşkêşî we dikin. Hêvîdar in ku ev hevbendî bibe gaveke girîng li ser riya xurtkirina yekitiya rêza siyasî ya Kurdî, yekkirina hewldan û dîtinan, û kūrkirina çanda xebata hevbeş ji bo xizmeta doza gelê me û mafên wî yên neteweyî û demokratîk ên rewa.

Em di Tevgera Azadî de, yekkirina hêzên siyasî yên Kurdî û firehkirina qadên lihevkirin û hevkariyê wekî berpirsiyariyeke neteweyî û niştimanî dibînin, Bi taybetî di vê qonaxa dîrokî û çarenûssaz de, ku pêwîstiya wê bi derbasbûna ji nakokiyên partiyane, biserxistina berjewendiya neteweyî a bilind û avakirina çarçoveyên siyasî, ên ku kanibin daxwaz û hêviyên gelê Kurd nîşan bidin û berevaniya mafên wî ên rewa bikin, he ye.

Em ji Hevbendiya we re serkeftin û serfiraziyê di erk û karên wê de dixwazin. Hêvîdar in ku damezrandina wê bibe destpêka qonaxeke nû ya hevkarî, hevrêzî û xebata hevbeş, bi awayekî ku cîgehê gelê Kurd û doza wî ya neteweyî xurttir bike, alîkarê pêkanîna armancên wî û dabînkirina mafên wî ên neteweyî ên rewa be, û xizmeta aramî, demokrasî û aştiyê li Turkiyê û herêmê bike.

10ê Mijdara/ Novembera 2026an


Related Articles

Check Also
Close
Back to top button