Nûçeyên tevgerê

Peyama Tevgera Azadî bi boneya lidarxistina duyemîn konferansa giştî ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Birêz Mustafa Özçelik, Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê,
Endamên Kongreya Giştî ya Duyemîn,
Mêvan û hevalên hêja,

Bi navê Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê em pîrozbahiyên xwe yên herî germ û omdiyên xwe yên dilsoz arasteyî we dikin, bi boneya lidarxistina Kongreya Giştî ya Duyemîn a partiya we ya bira (PWK), li gel hêviyên serkeftin û serfirazî ji kongreya we re di pêkanîna erkên wê de û standina biryar û dîtinên ku rola partiya we di jiyana siyasî û têkoşîna demokratîk de xurtir dikin û daxwaz û mafên rewa yên gelê me yê Kurd pêk dihînin.

Lidarxistina kongreya we di vê qonaxa hestiyar a dîroka deverê de, di siha guhertinên kûr ên siyasî û jeopolitîk de pêk tê, ên ku berpirsiyariyên mezin dixine ser milên hêz û partiyên Kurdistanî û pêdiviya zêdetir diyaloq, hevrêzî û hevkarîyê derdixin holê, herwiha derbeskirina statuyên jihevdûrketin û dabeşbûnê, da ku helwesteke kurdî yekgirtîtir û bi bandortir di derbarê pirsgirêkên çarenûssaz de, ên ku gelê me rû bi rû ye, ava bibe.

Em jî, di Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê de, bawer dikin ku yekrêziya kurdî, diyaloga demokratîk, rêzgirtina pirrengiya siyasî û ramanî û vegera li viyana gelî, bingehên pêwîst in ji bo parastina mafên gelê me û pêkanîna daxwazên wî yên neteweyî û demokratîk.

Di vê çarçoveyê de, em girîngiya xurtkirina peywendî û hevrêziya di navbera hemû hêzên siyasî yên kurd de li hemû beşên Kurdistanê piştrast dikin; ji taybetmendiya rewşa siyasî ya her beşekî de, û rêzgirtina bijartin û taybetmendiyên wî, û bi awayekî ku hevkarî û piştgiriya hevpar li hember astengiyan xurtir bike.

Herwiha, em dibînin ku qonaxa nû ya ku Sûrya tê re derbas dibe, derî ji bo jinûvedanîna peymana niştimanî ya sûrî li ser bingehên rêkevtinê, dadmendiyê û hemwelatiya wekhev, herweha pesendkirina destûrî bi mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê vedike, weku beşdariya wî ya xurt di avakirina dewleteke sûrî demokratîk, pirreng û nenavendî de, dewleteke ku mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê diparêze, misoger dike.

Di dawiyê de, em ji kongreya we re serkevtinê di karê wê de dixwazin û ji partiya we re jî zêdetir pêşketinê di xizmeta gelê me û dozên wî yên dadmend de dixwazin, li gel hêviyên zêdetir peywendî, diyaloq û hevkarîyê di navbera Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) de, bi awayekî ku xizmetî berjewendiyên hevpar ên gelê me yê Kurd bike û nirxên azadî, demokrasî û aştiyê xurtir bike.

Careke din, em we pîroz dikin û ji kongreya we re serkeftinê dixwazin.

30’ê Tebaxa 2026’an

Desteya Cîbicîkar ya
Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê




Related Articles

Back to top button