Daxûyanî û zelalkirinNûçeyên tevgerê

SERSAXÎ


Bi xem û keser em agahdar bûn ku TÊKOŞERÊ mezin, merhum ( MEHDÎ ZANA) koça dawî kir û ber bi dilovaniya Xwedê ve çû. Xwedê rehma xwe li wî bike.
Koça wî ji nav me windahiyeke mezin e ji bo gelê me û hemû wan têkoşerê ku ji bo azadî, û aştiyê kardikin.
ZANA di jiyana xwe de gelek zehmetî, êş, zindan û îşkence kişand, di rîya azadiya gelê Kurd û parastina mafên wî de. Wî cihê xwe di dilê gelê me û di dîroka neteweya me ya Kurd de girt.
Di vê kêliyê de, dema ku em sersaxiyê pêşkêşî gelê xwe û malbata têkoşer a merhum ZANA dikin, ji Xwedê dixwazin ku cihê wî di Rehma xwe ya fireh de bike û sebr û selametiya dil bide malbata wî û hemû hezkiriyên wî.
30ê Tebaxa 2026an
Bazneya Tirkiyê
a Tevgera Azadiya Kurdistanî li Sûriyê

Related Articles

Back to top button