Peyama Pîrozbahiyê

Birayên hêja di Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê de (Hevbendî)
Silav û rêz..
Bi boneya ragihandina we ya damezrandina Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) li Bakurê Kurdistanê, em kêfxweş in ku bi navê Partiyên Hvdîtina Şêwirmendî ya Kurdî li Sûriyê, pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî we bikin.
Hêvîdar in ku hûn di xizmeta doza rewa ya gelê me yê Kurd de serkeftî bin.
Damezrandina Hevbendiya we di vê qonaxa dîrokî û çarenûsî ya gelê me yê Kurd de, gaveke girîng e di rêça têkoşîna rûmetdar a Kurdan li Bakurê Kurdistanê de ye.
Ew têkoşîn bi fedakariyên mezin hatiye domandin da ku armancên gelê me yê Kurd yên azadî û mafê diyarkirina çarenûsa xwe pêk bên.
Di heman demê de ku em piştgiriya xwe ji têkoşîna we ya siyasî û neteweyî re diyar dikin, em girîngiya yekîtiya rêzên Kurdistanî di bin zextên ku li ser Kurdan tên ferzkirin de tekez dikin, Ew
zextên ku armanc jê ew e pêşiyê li ber fersenda dîrokî bigrin, û ew neghêjin mafên xwe yên neteweyî û welatî yên rewa.
Careke din, em pîrozbahiyên xwe arasteyî we dikin.
Qamişlo, 11 / 11 / 2026
Partiyên Hvdîtina Şêwirmendî ya Kurdî li Sûriyê



