Daxûyanî û zelalkirin

Daxuyanî derbarê desthilatdarên Tirkiyeyê ku hejmarek ji endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê hatin girtin

Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê bi baldarî biryara desthilatdarên Tirkiyeyê , ku sibeha îroj Sêşemê, 17/11/2026, ku hejmarek ji endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê, li ser bingeha biryara dadgehê ya ku ji aliyê Dadgeha Komarê ya li Amedê, ve hatiye dayîn, hatin girtin, şopand.
Ev yek piştî ragihandina damezrandina Hevbendiyê di 7/11/2026 de pêk hatibû.
Partiyên Hevbendiyê têkoşîna aştiyane û demokratîk wekî rêbaza bidestxistina mafên neteweyî yên rewa yên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê qebûl dikin.
Ev yek ne tenê li dijî yasayên rêxistinkirina xebata siyasî li Tirkiyeyê ye, lê di heman demê de di çarçoveya derbirîna siyasî ya aştiyane, azadiya derbirîn û ramanê û parastina mafên gelê Kurd yên binpêkirî de cih digire.
Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê, di demekê de ku piştgiriya xwe ji endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê re radigihînin, girtina wan ji aliyê desthilatdarên Tirkiyeyê ve şermezar dikin û mafê wan ê xwezayî yê derbirîna aştiyane ya helwestên siyasî û daxwazên xwe piştrast dikin.
Her wiha bang li dewleta Tirkiyeyê dikin ku di çareserkirina pirsgirêkên siyasî de diyalog û rêbazên demokratîk bi kar bîne, da ku ev yek bibe sedema bihêzkirina aramiyê û pêşxistina hevjiyan û hevpariyê di navbera hemû pêkhateyên civakê de.
Em di heman demê de ku bang li desthilatdarên Tirkiyeyê dikin ku girtiyan berdin, tekez dikin ku pirsgirêka Kurd tenê bi diyalogê, firehkirina bingeha beşdariyê û pêşxistina zimanê aqil li şûna tengezarî û bilindkirina alozan dikare were çareserkirin.
Ev yek dê bibe sedema bidestxistina aramîyê ji bo Tirkiyeyê û hemû pêkhateyên wê.


Qamişlo: 17/11/2026
Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê.

Related Articles

Back to top button