Daxûyanî û zelalkirinNûçeyên tevgerê

Rêxistina Hewlêr a Tevgera Avakirina Demokrat a Kurdistan – Sûriyê

Rêxistina Hewlêr a Tevgera Avakirina Demokrat a Kurdistan – Sûriyê

Bi navê me û bi navê gelê me Kurdistanê, em sipasiya Netewên Yekgirtî, rêveberiya kampa Giwêlan û berpirsên ku çavên wan li berjewendiya gelê me yê di kampê de ne, ji bo berferehkirina kampê û avakirina 720 baregehên nû, kiryarên wan yên di xizmeta gelê me de, em bi hêvîne ku sînga we ji nerîn, û rexneyên me re vekirî bin :

– Çima rayedaran nekarîn dîwarên ku baregehan ji hev cuda dikin û hîn vekirî mane bi dawî bikin ..? Ev dê bibe sedema nakokî û pirsgirêkên civakî.

Avakirina wê li ser şêniyên kampê dê bargiraniyên mezin li ser wan bike, ji ber şert û mercên dijwar yên aborî ku ew tê re derbas dibin.

– Dabeşkirina qaydeyan bi sipandina yasayî bi awayekî qurs û bi burokrasiyeke mezin pirsgirêk û bargiranî ye li ser malbatan, nemaze binemale yên mezin, ji ber ku gelek dayik û bav li aliyekî û zarok li aliyekî din mane. pirsgirêk ji bo dayik u bavên bi temen yên ku debara jiyana wan zore bi tenê, lêçûnên zarokan neçar dibin di şert û mercên gelek dijwar ên aborî û darayî de barê du xaniyan “malan” hilgirin, ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku di warê dabeşkirinê de nermbûnek yasayî zêdetir were holê û li ber çavan bê girtin.

Di mijara debara jiyanê û piştgirîkirina malbatan de em hêvîdar in ku di belavkirinê de dadmendiya civakî hebe. Malbatên ku gelek mafan werdigirin hene û rewşa wan a aborî baş e û malbatên ku ji ber xizaniyeke mezin ji hemû cureyên piştevaniyê bêpar mane û

hewcedariya wan bi alîkariyê heye.

Rêxistina Hewlêr a Tevgera

Avakirina Demokratî a Kurdistan – Sûriye

Related Articles

Back to top button